Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê teqîna li Enqereyê şermezar kir, ji malbatên wendahiyan, gelê Tirkiyeyê û hikûmeta wî welatî re sersaxî xwest û hevxemiya Îranê ji wan re ragihand.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê malpera ragihandinê ya wezareta Îranê ya karên derve, Hisên Cabiriyê Ensarî got: pêkhatina bênavber a êrîşên terorê li herêm û cîhanê pêwîstiya hevgirtineka yekdeng ji bo têkoşîna li dijî teror û tundrewiyê, wekî gefeka li dijî hemî cîhanê radixîne ber çavan.
Wezîrê Tirkiyeyê yê tendirustiyê hejmara miriyan 37 û hejmara birîndaran jî 125 kes ragihand ku rewşa 19 ji wan dijwar e.
کۆدی بابهت: 54226 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۲۴ | کاتژمێر: 17 : 57
برچسب:
نویسنده: استخدام کار