Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku "Referandûm mafekî me yê yasayî ye, bo razîkirinê jî tu bertîlê nadin tu kesî."
Kerîm, di derbarê helwesta Bereya Tirkmenan li ser referamdûmê de got: "Mixabin Bereya tirkmenî li sûna kar bo xelkê Kerkûkê û bi taybet Tirkmenan bike, cudahiyê dixe di navbera xelkê bajêr. Hêvîdar im dahatûya xelkê li ber çav bigire û kesî ji bo karên xirab bikar neynin."
Kerîm wiha pê de çû: "Ne merc e ku ew ê ne di Bereya tirkmenî de be, ne Tirkmen e. piraniya Tirkmenan ne endamê tu partiyekê ne. Kasib in û dixwazin di rewşeke aram de bijîn û xizmetguzariya wan hebe."
Necmedîn Kerîm diyar kir ku, "Referandûm mafekî me yê yasayî ye, bo zanibin raya xelkê derbarê serxwebûnê de çi ye, bo çi bi wan nexweş e xelk raya xwe bide. Bo razîkirinê jî bertîlê nadin tu kesî."
Koda kurmanciyê: 70101
کۆدی بابهت: 78683 | بهروار: ۱۳۹۶/۶/۸ | کاتژمێر: 18 : 48
برچسب:
نویسنده: استخدام کار