خرید بک لینک

Hesên Cabiriyê Ensarî wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê sêşemê şev seredana Sûriyê kir.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hesên Cabiriyê Ensarî wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê û serokê taxima îranî li gotûbêjên Astanê sêşemê şev seredana Sûriyê kir û qirare ku digel karbidestên vî welatî hevdîtinê bike.

Cabiriyê Ensarî ragihandiye ku li vê seferê dê li bara alûgorên Sûriyê û navçê û rewşa gotûbêjên navnetewî li bara aşitiya Sûriyê tev karbidestên sûrî biaxive.

Gotûbêjên sêalî yên Îran, Tirkiyê û Sûriyê ku heta niha çend caran li Astanê paytexta Qezaqistanê birê ketiye, bona hêsankariyên di navbera nûnerên dewleta Şamê û nûnerên neyarên dewleta Sûriyê hatine domandin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrişa berfire a grûpên teorîst ên ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wan jibo sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Beşar Esed serokomarê Sûriyê dest pê bûye.

Çavkanî: SAHAR KURDÎ

Koda kurmanciyê: 70101

کۆدی بابهت: 78681 | بهروار: ۱۳۹۶/۶/۸ | کاتژمێر: 18 : 38

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 9 شهريور 1396 ساعت: 0:26

صفحه بندی