Serokkomarê Îranê got: Tiştekî dûre ku Ajansa Navnetewî ya Enirjiya atomê ji ber zextûzorê, xwesteka Amerîka bona lêgeryana navendên eskerî yên Îranê qebûl bike.
Hesen Ruhanî serokkomarê îranê li gotûbêja xwe ya sêşemê şev a televîzyonê bal kişande ser viya ku hema xelkê Amerîka bi xwe jî nikarin ji siyasetên Donald Trump serderiyê bikin û got: Komara îslamî ya îranê qet destpêkirê binpêkirina rêketina navokî nabe.
Ruhanî bal kişande ser viya ku ager aliyê gotûbêjên navokî tev Îranê, vê rêketinê binpê bike Îran dê bersiveke gunaw bide wê û got: Niha Îran li rewşa herî baş û Amerîka jî li rewşekî nebaş e û li wezyeta ku Amerîka, Îranê boykot dike, bankên biyanî gel bankên îranî rêketiamên hevkariyê îmza dikin.
Ruhanî bal kişande ser viya ku Amerîka bona komkirina welatan bona dijayetîkirina tev îranê li rewşekî dijware dîrokî ye got: Roja îro îdî boykotên dijî Îranê nazivirin, nêhrîna welatên li bara îranê hatiye guhartin û renge amerîkî li fikrên din bin lê îdî boykotên berê yên dijî îranê îdî çê nabin.
Ruhanî li bara kirîza di navbera îranê û Erebistanê jî got: Pirsgirêk li ser xwetêkeliyên Riyazê di nav karûbarên Yemenê û piştevaniya ji operasiyonên terorîstî ye ku eger bê û ev welata dest ji xwetêkeliyên nav Yemenê û piştevaniya ji terorîstan berde,li rewşekî wiha hêtimal heye ku meselên navbera Îranê û vî welatî jî çareser bin.
Ruhanî bal kişande ser viya ku çûna haciyên Îranê bo Mekê jî nîşanekî başe ji bo çareserbûna kirîzên navbera Riyaz û Tehranê got: Eger reftara Erebistanê tev haciyên Îranî jî gor qayde û qirarên dînî û navnetewî bin, rewşekî baş bona çareserkirina van kirîzan çê dibe.
SAHAR TV
Koda kurmanciyê: 70101
کۆدی بابهت: 78678 | بهروار: ۱۳۹۶/۶/۸ | کاتژمێر: 18 : 31
برچسب:
نویسنده: استخدام کار