خرید بک لینک

Li Nisêbînê ku şerên dijwar didomin, li pey hev gellek teqînên mezin pêk hatin.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê DÎHA'yê, Êrîşên li dijî taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Zeyneabîdîn, Yenîşehîr, Dîcle û Kişla yên Nisêbîna Mêrdînê berdewam dikin. Di saetên borî de ji tankên ser kolana Îpekê hatine bi cihkirin tax hatin topbaran kirin. Di taxên ku tê de gelek sivîl jî hene endamên YPS û YPS-JIN bersivê didin êrîşên komkujiyê.

Hêzên dewletê dixwazin ji ser rêya Îpekê bi tankan têkevin nava taxan lê li hemberî berxwedana gel û hêzên YPS/YPS-JIN nikarin pêş bikevin. Di cihê ku tanqan xwestin têkevin nava taxan teqînan rû da û piştî teqînê ambulans sewkî cihê bûyerê hate kirin. Piştî teqînên mezin tanqa ku li ser pişta wê vinç heye çû cihê bûyerê. Car caran dûman ji taxan bilind dibe.

Li Taxa Yenîşehîrê ku lê xendek û barîqat nîne hêzên dewletê ceyran qutkirine û gelek mal bêceyran mane. Tîmên taybet li heman taxê bi ser hin malan de bi hinceta “Endamên rêxistinê dihewînin” girt. Encama serdegirtinan nehat zanîn.

کۆدی بابهت: 54228 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۲۴ | کاتژمێر: 18 : 50

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 24 اسفند 1394 ساعت: 22:07

صفحه بندی