خرید بک لینک

Dîrektorê Tora Enformasyona Kurd a Amerîkayê Kanî Xulam diyar kir ku Tirkiye êrişî kurdan dike û mixabin civaka navneteweyî jî li van temaşe dike.

Li gor rapora Kurdpress'ê, dîrektorê Tora Enformasyona Kurd a Amerîkayê Kanî Xulam di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku Tirkiye êrişî kurdan dike û mixabin civaka navneteweyî jî li van temaşe dike.

Civaka navneteweyî xwe kerr dike

Kanî Xulam di axaftina xwe de got: ‘Dewleta Tirkiyeyê li navçeyên Nisêbîn û Geverê jî qedexeya derketina derve ragihand û dê van navçeyan jî serûbin û wêran bike. Dewleteke endamê NATO li hemberî xelkê sivîl şerekî bê merhamet dimeşîne. Mixabin civaka navneteweyî naxwaze van kiryaran bibine.'

Xulam di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Kurd dixwazin rastî muameleyeka wekhevî bên û ji bo vê tekoşînê didin, lê Enqere dixwaze raseriya tirkan bimeşîne. Ev di rastiya xwe de nîjadperestiye. Mixabin heta niha tu kesî rejîma Tirkiyeyê bi van kiryaran sûcdar nekir.'

Çavkanî: Spûtnîk

کۆدی بابهت: 54229 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۲۴ | کاتژمێر: 18 : 46

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 24 اسفند 1394 ساعت: 22:07

صفحه بندی