خرید بک لینک

Li navçeya Nisêbînê şerê di navbera artêşa Tirkiyeyê û hêzên YPS'ê de her ku diçe giran dibe û tankek hat rûxandin.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ajansa DÎHA'yê, wesayiteka zirxî ya ku xwest têkeve taxên Nisêbînê rastî parastina hêzên YPS û YPS-Jin ê hatin. Hat îdîakirin ku tanka ku xwest têkeve nava taxan hatiye îmhakirin.

Êrîşên dewletê yên li ser taxên berxwedêr ên li ser navçeya Nisêbînê didome. Piştî saetên nîvro êrîşên dewletê yên bi ser taxên navçeyê ve zede bûn. Bombebarana tankan a ji ser rêya dîrokî a Îpekê ber bi nava taxan berdewam kir. li aliyê din dîsa ji Qada Newrozê ber bi taxên Firat û Abdulkadîrpaşa êrîş tên kirin.

Hate îdîakirin ku tanga dema xwest ji ser rêya Îpekê têkeve nava taxên berxwedêr teqînek pêk hatiye û tank hatiye asta neyê bikar anîn.

Pevçûn li derdora taxan berdewam dike.

کۆدی بابهت: 54269 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۲۵ | کاتژمێر: 20 : 13

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 25 اسفند 1394 ساعت: 23:04

صفحه بندی