خرید بک لینک

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala nasnameya encamderê teqîna Enqerê aşkere kir. Efkan Ala got, kesa xwekuj navê wê Seher Çagla Demir û ji dayikbûyê 1992an e.

Li ser teqîna 13ê vê mehê ya li bajarê Enqerê ku di encamê de 37 kes hatin kuştin û 125 kes jî birîndar bûn, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala daxuyanî da.

Di daxuyaniya nivîskî ya Efkan Ala de ku îro berî demekê hat weşandin, nasnameya bikerê teqîna Enqerê hat aşkerekirin.

Ala ragihand, kesê ku teqîn pêk aniye, navê wê Seher Çagla Demir e û xelkê navçeya Kagizman a parêzgeha Qersê ye.

Parêzgeha Qersê yek ji parêzgehên kurdan e û li ser sînorê Ermenistanê ye.

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin, ku Seher Çagla Demir ji dayikbûya sala 1992an e.

Efkan Ala herwiha di daxuyaniya xwe de dibêje, bikerê teqîna Enqerê di sala 2013an de pêwendî bi refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kiriye û piştre derbasî Sûriyê bûye û tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûye û di nav wan de perwerdehiya leşkerî dîtiye.

Ala destnîşan kir, derbarê bûyerê de hêj lêkolîn berdewam in.

کۆدی بابهت: 54268 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۲۵ | کاتژمێر: 19 : 34

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 25 اسفند 1394 ساعت: 23:04

صفحه بندی