Hevserokê PYDê Salih Muslim got: ‘Ti eleqeya YPGê bi teqîna Enqereyê re tune ye lê Erdogan dixwaze teqînê bike stûyê YPGê'.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Spûtnîk Newsê, hevserokê giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, di hevpeyvîneke Ajansa Roj Newsê de derbarê rewşa Tirkiyayê de axivî û got: ‘Erdogan dixwaze teqîna Enqereyê bike stûyê YPGê. Tu eleqeya YPGê bi vê teqînê re nîne. Çima em biçin Enqereyê teqînê bikin? Divê Erdogan û Tirkiye dest ji van lîstikên qirêj berdin.'
Êrişên Tirkıyeyê nayên qebûlkirin
Hevserokê PYDê Salih Muslim li ser êrişên dema dawî yên Tirkiyeyê yên li hember Rojavayê de got: ‘Tirkiye her dem êrişî Rojavayê kir û hêj jî dike. Tu dema dev ji vê helwesta xwe beedaye. Bêguman êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin. Em hemû êrişên deweta tirk raport dikin.'
Dewleta tirk li bahaneyan digere
Muslim got: ‘Em dixwazin li Tirkiyeyê aramî pêk were. Dema em bi wan re rûniştin, me ev yek bi awayekî vekirî anî ziman. Me ji wan re got, ji bo aştiyê çi ji destên me were em ê bikin. Me got, pêwîstî bi navbeynkariyê hebe, em dikarin wê jî bikin. Lê ne AKP û ne jî Erdogan vê pêşniyariya me qebûl nekirin. Ev li pêy lîstikên qirêj in. Loma ji xwe re li bahaneyan digerin.'
Ti eleqeya YPGê bi teqîna Enqereyê re tune
Muslim derheqê teqîna Enqerê de xemgîniya xwe anî ziman û helwesta Tirkiyayê ya ku dixwaze ev teqînê têxe stûyê YPGê de wiha axivî: ‘Erdogan dixwaze teqîna Enqereyê bike stuyê YPGê. Ka li ber destê wan kîjan delîl hene? Tu eleqeya YPGê bi vê teqînê re nîne. Li dijî prensîbên me ne. Em alîgirê aramiyê ne. Li şûna ku YPG li Enqereyê teqînê bike, divê pêşiyê bersivê bidin êrişên Tirkiyayê yên li ser sînor. Çima em biçin Enqereyê û teqînê bikin? Divê dest ji vê lîstikên qirêj berdin. Ji bo aştî li Tirkiye pêk were çi divê emê wê bikin. Lewra aramî û aştiya Tirkiyeyê wê bi kêrî me jî bê. Em bi vî rengî difikirin û ji vê yekê bawerin.'
کۆدی بابهت: 54304 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۲۶ | کاتژمێر: 21 : 30
برچسب:
نویسنده: استخدام کار