خرید بک لینک

Li navçeya Colemêrg, Geverê ku şer û pevçûnên giran lê diqewimin, teqînek mezin pêk hat.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ajansa Dîcleyê, li Gevera ku şer û pevçûn lê didomin di ketina taxa Zagrosê de teqînek mezin rû da. Hate zanîn ku di teqînê de gelek tîmên taybet ên cenderme û polîsan jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku şer lê didome, pevçûnên giran diqewimin. Ji Fermandariya Alayê ya Navçeyê, Tabûra Efeyan û Qereqola Kamişli topbarana li hemberî taxên berxwedanê 2 roj in bênavber berdewam dike. Li taxa Zagrosê ku pevçûn zêde bûne, di ketina navçeyê de teqinên mezin rû dan. Dengê teqînan li her derê navçeyê hate bihîstin û li cihê teqînê şewat derket. Gelek ambulans sewqî cihê teqînê hatin kirin û hat zanîn ku di teqînê de gelek tîmên taybet ên cenderme û polîsan jiyana xwe ji dest dane û gellek jî birîndar bûne.

Her wiha di nav rojê de bi ambulansan birîndar sewqî nexweşxaneya dewletê ya Geverê hate kirin.

کۆدی بابهت: 54303 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۲۶ | کاتژمێر: 21 : 21

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 27 اسفند 1394 ساعت: 0:35

صفحه بندی