خرید بک لینک

Serokkomarê Îranê bihar ji her kesî re wekî mizgîniya îtîdal, biratî û aşitiyê da zanîn û got: Sala nû wê di bin saya yekîtî, hevbîrî, yekdilî, hevkarî û biratiyê de ji komara îslamî ya Îranê re bibe sala pêşketin û avedaniyê.

Li gor rapora Kurdpress'ê, Hesen Rûhanî roja çarşemiyê di hevpeyvîna li gel rojnamevanan de di sala nû de ji gelê Îranê re bextewarî hêvî kir û got: Gelê Îranê di sala derbasbûyî de piştî rabûna ambargoyan, barana rehmeta Xweda û serbilindî li xwe dît û gelê me di wê salê di hilbijartinan de lehengiyeka bê mînak afirandin.

Serokkomar Rûhanî destnîşan kir ku gelê Îranê ji alozî, şer û tundrewiyê bêzar e û hêvîdariya xwe anî ziman ku bi alîkariya gelê Îranê li Rojhilata Navîn biratî û aşitî were misogerkirin û çend welatên ku ji riya rast derketine û şer û tundî ji xwe re gitine ber jî vegerin riya îslam û mirovahiyê da ku li herêmê ewlehî, aramî û biratî were dabînkirin.

کۆدی بابهت: 54302 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۲۶ | کاتژمێر: 20 : 15

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 27 اسفند 1394 ساعت: 0:35

صفحه بندی