خرید بک لینک

Li Ûrmiyeyê bi paşvekişîna 4 namzedên din ên hilbijartinên parlementoyê, hejmara namzedan daket 39 kesan.

Li gor rapora nûçegîhanê Kurdpress`ê, 46 namzed ji bo beşdarbûna di hilbijartinên parlementoyê li Ûrmiyeyê hatibûn erêkirin ku bi çûyîna Xizir Kakderwêşî ji Ûrmiyeyê bo Serdeşt û Pîranşarê, paşvekişîna Ezîz Etayî û herwiha redkbûna Selah Xan Ehmedzade, hejmara namzedên mayî bibû 43 kesan.

Roja duşemiyê jî Muhsin Îmamiyê Qişlaqî, Hisên Mezahirî, Mîrelî Mola û Ehmed Xulamiyê Rizayî serî li walîtiyê dan û paşvekişîna xwe ragihandin.

Bi vî awayî li Ûrmiyeyê bi paşvekişîna 4 namzedên din ên hilbijartinên parlementoyê, hejmara namzedan li vî bajarî daket 39`an.

کۆدی بابهت: 53387 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۴ | کاتژمێر: 17 : 12

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 4 اسفند 1394 ساعت: 20:24

صفحه بندی