خرید بک لینک

Hevserokê giştî yê HDP’ê Selahttîn Demîrtaş di Newroza Farqînê de bal kişand ser qedexeyên li ser pîrozbahiyên Newrozê û wiha got: “Qadên Newrozê qadên kawayan in. Zarokên berxwedanê ji qedexeyan natirsin, Dehaq ditirsin.”

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê DÎHA'yê, piştî ku li Farqîna Amedê pîrozkirina Newrozê hat qedexekirin şûn ve, bi tevlibûna Hevserokê Selahttîn Demîrtaş li Parka Kaniya Navîn Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ku Demîrtaş axivî da zanîn ku gelê wan di rewşek zehmet de derbas dibe û wiha got: “Lê di nava ewqas êşan de li h emberî Dehaqak ger seknek hebe, ew tê wê wateyê ku hêviyek jî heye. Em Newrozê di rêya aştiyê de bi berxwedanê pêşwazî dikin.”

Em ê dest ji daxwaza aştiyê beedin

Demîrtaş anî ziman ku roja ku ew li parlementoyê ne û heta niha ji bo aştiyê di nava hewldanê de ne û wiha dom kir: “Li cihê ku xwîn biherike û çek biaxivin dê aştî pêk neyê. Ger em wekî siyasetmedaran pêwira xwe bi cih neynin, dê em ê kêm bimînin. Em ê dest ji daxwaza aştiyê beedin.”

Hemî parlementer ji meclisê hatine avêtin agahiya wî nîne

Demîrtaş da zanîn ku ew der barê destnedayîna wan de ji Farqînê bang dike û wiha got: “Em ji bilî xwedê ji ti kesî natirsin. Tirsa me gelê me û pêşeroja me ye. Di rewşek wiha de hûn me ji meclisê bavêjin çi dibe navêjin dê çi bibe. 550 parlementer ji parlementoyê hatine avêtin agahiya wî nîne. Dibê pey meclisek heye û ew jî Serokê meclisê ye.”

Qadên Newrozê qadên Kawanan in

Demîrtaş diyar kir ku qadên Newrozê qadên Kawayan in û wiha bi dawî kir: “Dehaq encax bitirsin. Ji bo ku hêviyên aştiyê çêbin hewldan tên dayîn, lê yên ku hewl didin wan dixin girtîgehan. 3 akademîsyen hatin girtin. Em gotinê mezin dikin ew jî çek mezin dikin.”

Piştî axaftina Demîrtaş agirê Newrozê hat pêxistin. Piştî pêxistina agir ku Demîrtaş ji qadê veqetiya, girse bi dirûşmeyan dest bi meşê kir. Piştî girse dest bi meşê kir û rastî êrîşa polîsan hat.

کۆدی بابهت: 54364 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۲۷ | کاتژمێر: 17 : 40

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 27 اسفند 1394 ساعت: 21:46

صفحه بندی