Hevserokên Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê Hediye Yûsuf û Mensur El-Selum ragihandin ew ê bibin nimûneyek ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdawê, îro pêncşemî Komîteya Amadekar a Kongreya Damezrêner a Sîstema Rêveberiya Pêşerojê ya Rojava û Bakûrê Sûriyê li bajarokê Rimêlan ê girêdayî navçeya Dêrikê civiya li ser ragihandina sîstema federasyona herêmên kurdnişîn û bakurê Sûriyê biryar da.
Di civîna Rimêlanê de derdora 200 delegeyan beşdar bûne ku ji nûnerên Kurd, Ereb, Suryanî, Aşûrî, Ermenî, Tirkmen û Çeçen ên herêmên kurdan û bakurê Sûriyê pêk tên.
Encumena Damezrêner a Sîstema Rêveberiya Rojava - Bakurê Sûriyê piştî civînê bi beşdariya hevserokên Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Hediye Yûsuf û Mensur El-Selum û beşdariya hemû delegeyan konferanseka rojnamevanî lidar xist.
Encamname ji aliyê Hevserokê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê Mensur El-Selum ve hate xwendin.
Mensur El-Selum amaje kir ku mafê ti kesî nîne li dijî biryara wan a ragihandina sîstema federasyonê derbikevin û ew naxwazin ti pirsgirêk di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de derbikeve û wiha pê de çû: Sîstema federaliya demokratîk li ser esasê hembêzkirina hemî pêkhateyên civakê, misoger dike ku Sûriyeya pêşerojê ji bo hemî sûriyeyiyan e.
Armanca Sîstema Federala Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê ya di asta herêmî de ew e ku li Rojhilata Navîn yekîtiya demokratîk pêk bîne û navbera hemû civakên ku li Rojhilata Navîn dijîn, di warê siyasî, civakî, aborî û çandî de yekîtiya demokratîk ava bikin û bi wê re jî sînorên netewe dewletan derbas bikin da ku jiyaneka di nava aşitî, ewlekarî û biratiyê de bê avakirin.
Mafê şêniyên hemû herêmên ku ji çeteyan têne rizgarkirin heye ku bi dildariya xwe tevlî sîstema federal bibin. Ev sîstem yekbûna xaka Suriyeyê diparêz e.”
کۆدی بابهت: 54369 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۲۷ | کاتژمێر: 20 : 59
برچسب:
نویسنده: استخدام کار