Waliyê Îlamê ragihand ku Îlam ji birêveçûna xurt a hilbijartinan amade ye.
Li gor rapora Kurdpress`ê Mihemedriza Mirwarîd di civîna li gel walî û birêveberên hilbijartinan de ji wan xwest ku ji bo lidarxistina hilbijartineka xurt û biewle hemî hewlên xwe bi kar bigirin.
Parêzgarê Îlamê herwiha beşdarbûna gel di hilbijartinan de girîng nirxand û wiha got: Xelkê Îlamê ji rêbertiya xwe hez dike û sîstema îslamî dixwaze û ji dil û can parastina welatê xwe yê îslamî dike û bi beşdarbûna xwe ya xurt di hilbijartinan de wê carek din rûpeleka zêrîn li dîroka îranê zêde bike.
Wî herwiha got: Hemî namzed di warê bikaranîna derfetan de di şert û mercên wek hev de ne.
Mihemedriza Mirwarîd herwiha bibîr xist: Bi ti awayî mafê rêveber û xebatkarên dezgehan tune ku derfet û îmkanên dewletê ji bo namzedekî/ê taybet bi kar bînin.
کۆدی بابهت: 53388 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۴ | کاتژمێر: 19 : 51
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار