Li navçeya Sûrê ya Amedê, ev sê roj in şerekî giran di navbera hêzên tirk û şervanên kurd de derketiye. Îro leşkerek hat kuştin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdawê, li navçeya Sûrê ya Amedê, qedexeya derketina derve nêzîkî 3 mehan dibe û bi sedan sivîl ji ber şer di nav xaniyan de asê mane.
Çend roj bûn şerê Sûrê kêm bibû lê ev du-sê roj in dîsa şer giran bûye û îro danê sibê leşkerek di şer de birîndar bû lê li nexweşxaneyê can da.
Heta niha bi dehan leşkerên tirk di şerê Sûrê de hatine kuştin û gellek leşker jî birîndar bûne.
Beriya niha dihat gotin ku artêşa tirk dê Sûrê bi balafirên şer bide ber bombeyan lê rayedarên dewletê ew îdia red kiribûn.
کۆدی بابهت: 53389 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۴ | کاتژمێر: 20 : 13
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار