خرید بک لینک

Li gor rapora Servîsa Kurmancî ya Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, Piştî topbarankirina HSDê û YPGê li herêmên Kurdistana Sûriyê û bakurê Helebê, generalî Amerîkî Michael Barbero ragihand, pêwîst e Amerîka li hember Tirkiyê helwstek tund nîşan bide û sînorekê ji Enqerê re dane.

Generalê Artêşa Amerîka Michael Barbero ku pêştir serpireştiya rahênana hêzên Iraqê kiriye, daxwaz ji welatê xwe kir, ku helwestek tundtir li hember Tirkiyê ji xwe nîşan bide.

Michael Barbero ragihand, helwesta Washingtonê li hember Enqerê tund nebûye, ji ber wê pêwîst e Amerîka ligel Tirkiyê bi şêweyeke tundtir tevbigere.

Li ser topbarankirina herêmên Rojava û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), Barbero got: “Arîşeya Amerîkayê ev e ku di çend salên borî de helwesta wê li hember Tirkiyê nerm bûye û niha dema wê ye ku bi şêweyeke yekalîkir bi Enqerê re biaxive.”

Piştî ku di çend rojên borî de şervanên HSDê û YPGê bi piştgîriya balafirên şer ên Hêza Esmanî ya Rûsya, karîn balafirxaneya Minix, bajarokê Dêr Cemal, bajarê Til Refet û bajarokê Marih û çend gundan li bakurê Helebê û derdora Ezazê kontrol bikin, Tirkiyê dest bi topbarankirina Rojava û navendên YPGê û HSDê kir.

Îro jî û di pêncemîn rojê de Tirkiye li ser topbarankirina herêmên Rojava berdewam bû.

Li hember êrişên Tirkiyê li dijî YPGê û HSDê, di asta navdewletî de Fransa, Amerîka, Rûsya, Îran, Almanya û Yekîtiya Ewropa daxwaz ji Tirkiyê kirin, êrişên xwe rawestîne.

Herwiha Encumena Asayişa Navdewletî jî doh daxwaz ji Tirkiyê kir, topbarana ser YPGê bide sekinandin.

Encumena Asayişa Navdewletî li ser daxwaza Rûsya civiyabû.

کۆدی بابهت: 53069 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۱/۲۹ | کاتژمێر: 10 : 17

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 29 بهمن 1394 ساعت: 13:21

صفحه بندی