Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragehand; Berdewambûna şer li Sûriyê, yekperçebûna Sûriyê zihmet dike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di gotareke xwe ya li pêş peyvendiyên derve ya Encûmena Pîran de diyar kir; ‘’Ew kesên ku xelet difirkirin, wisa dizanin ku Serokê Amerîka Barrack Obama tu helbijardeyeke wî tineye ji bo Sûriyê, bi taybet di dema serkeftina piroseya aştî û diplomasiyê de.’’
Herwaha li gor John Kerry berdewambûna şerê nawxeyî yê Sûriyê, ku meha adara 2011an ve berdewam dike, di navbeyna opozisyon û Hikûmeta Sûriyê de, dibe sedem ku, her diçe yek parçeyiya sûriyê dixe metirsiyê û yekparçehiştina Sûriyê zihmet dike.
Balkêş e ev gotinên Wezîrê Derve yê Amerîkayê piştî rêkevtina Amerîka û Rusyayê li ser agirbesta Sûriyê hatin kirin. Lê bi mercekî agirbest hate ragihandin ku Bereya El-Nûsra ku baskekî tund ê El-Qaîdeye û herwaha DAIŞê nagre nav xwe.
کۆدی بابهت: 53412 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۵ | کاتژمێر: 11 : 41
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار