خرید بک لینک

CUMHURIYET


-Darizandina DAIŞ ne caîz e?
Doza li dij girtiyên DAIŞî yên Tirk duh li dar ket, 9 ji wan girtî 35 serbest daxil bûn. Girtiyê DAIŞî Halis Bayuncuk, em vê rejîmê naxwazin, demokrasî serdestiya xelkê ye em bi tenê serdestiya Xweda nas dikin, got. Yekî din jî ji ber ku rojnamevaneke jin li rex wî rûnişt, na rehet bû û ji rojnamevana jin re got rabe ji vê derê li ba min rûnene ne caiz e. Dema darizandinê tu tedbîr nehatin wergirtin û danûstandina girtiyan zêde rehet diyar bû.


- Wikipedia, ansîklopedya li ser inteetê, Tirkiye jî danî ser lîsta wan welatan ku şerrê navxwe lê heye.

HURRIYET


-Banga li Ereban...
Dawudoglû ji Al Jazzira re axivî, got eger em dest di Sûrî werdin, gelo dê welatên Ereb li pişt me bin, garantiya vê yekê heye? Gava Tirkiye ji bo rizgarkirina Mûsilê bi rê ket ji bo çi welatên Ereb em şermezar kirin? Ma ne ji Tirkiye bûna, îro çawa dê rejîma Sûrî hewqasî ji hev belav bubûna. Bi xêra Tirkiye ye ku îro li Sûrî hêzeke xurt ya muxalif heye.


- Qudbedîn Onur, girtiyê bi gumana teqîna Anqara, Ecdilbaqî Somer, dema hat Anqara, ji min pirsî binkeyên Fermandeyên Leşkerî yên bejê û hewayî li kuderê ne. Du tenekeyên qeliyê pê re bûn ku digot dê teqemeniya têxe nav wan de.

SABAH


-Divê ev tifaqa şer belav bibe..
Serokşaredarê berê yê Sûrê,Cemal Toptanci bang li Kurdên oldar kir ku li dij PKK ê û PYDê rawestin. Sûr li dû Mekkê ew war e ku herî zêde eshabe li xwe girtine. Şaredarî niha di destê Kurdên neteweperest û sekuler de ne, divê pêşî ew bên rizgarkirin. Hêzên polîs yên paralel li vê derê li dijï dewletê kar dikin, nav bi Kurdan didin ku tevdanî pêk bê û herwiha agahiyên îstîxbarï didin ber destê PKKê.


- Îngîltere, hevkariya Rûsya, YPG û Sûrî ne bi dilê me ye.

HABER TURK


-Stratejiya rijûya xwemalî..
Li gor rapora salane ya budceya wezareta enerjiyê, eger Tirkiye rijûya xwe ya xwemalî bi kar bîne dê hewce neke her sal bi buhayê 7.2 milyar dolaran gaza siruştî bikirre ji derve. Wezaret ji bo rijûya paqij bê bi kar anîn dê plansaziyeke bi 6 bendan bi rêk bixe.

YENİ ŞAFAK


-Emê yek bi yek hesabê vê bipirsin ji wan...
Dawudoglû, ew HDPyên ku çûn serdana malbata xwekujê teqîna Anqara, dê li ber qanûnan hesabê vê yekê bidin, ew kenê xwe bi me dikin!


- Erdogan, Tirkiye bi mêvanperweriya xwe ji bo penaberan rûmeta mirovatiyê rizgar kir.

VATAN


-Ev duwemîn car e..
Endamparlàana HDPê Tûba Hezer ku îsal çû serxweşî da bi malbata xwekujê Anqara, par jî bi heman şêweyî mil dabû darbesta cenazeyê PKKhiyekî. Birayê wê yê li nav PKKê Mûsa Hezer par di operasyonekê de hatibû kuştin. Xwişka wê Xetîce Hezer hê jî li nav refên YPGê şervan e li Sûrî.

AKŞAM


-Li Sûrê şerrê ne merdan..
Li Sûrê 30 şervan di jêrzeminekê de asê mane, ji wan 30 kesan beşek xwestin teslîm bibin, yên din li dij derketin, şer rû da di bavbera wan de. 5 kes ji wan reviyan û teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.

TURKIYE


-Berbayî keder û qedera me nakevin...
Dawudoglû, gazin ji HDPê kir ku çima diçin serdana xwekujê teqîna Anqara û got kenê xwe bi xîreta me dikin, bi vî awayî dixwazin provokasyon pêk werin. PKK, PYD, YPG, KCK TAK hemû heman tişt in.


- Mizgefta Stenbolê dê îsal di şeva Leyletul Qedir de vebe. Dema vebû dê mezintirîn îbadetxane be li Tirkiye.

EVRENSEL


-DNA jî ne xema wan e...
Hikûmet di cî de teqîna Anqara xiste stûyê YPGê de. Vekolînên li ser DNAya kujer aşkere kir ku ne YPGyî ye lê hikûmet ji ya xwe nayê xwarê û bi berdewamî navê YPGê hiltîne.
- Av nayê, bombe dibarînin, em li ber mirinê ne. Xetera mirina bi tevahî li ser wan kesan e ku li Sûrê asê mane. Mexdûreke ku xwe bi endamparlamana HDPê Sîbel Yîgîtalp gihand, em nikarin sobê jî vêxin, di cî de berî me didin, malbateke bi 6 zarokan zaf bê taqet maye.


- Li Dêrika bi ser Mêrdînê de jî şerr rûda 2 xort hatin kuştin.

کۆدی بابهت: 53423 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۵ | کاتژمێر: 12 : 53

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 5 اسفند 1394 ساعت: 22:46

صفحه بندی