خرید بک لینک

Kurtulmuş:28 kesan jiyanên xwe ji dest dan

Alîkarê Serokwezîrê tirk Numan Kurtulmuş derbarê teqînên li Enqereyê daxuyanî da û ragihand ku hejmara kuştiyan gihiştiye 28an.

Kurtulmuş ragihand ku derbarê kiryarên bûyerê de tu agahî bi dest neketiye û nêzî 61 welatiyên tirk jî birîndar bûne.

Demirtaş: Ez vê êrişî şermezar dikim

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş derbarê teqînên li Enqereyê pêk hat de li ser hesaba xwe ya medyaya civakî de daxuyanî da û wê êrişê şermezar kir.

Selahattîn Demirtaş got: ‘Em êrişa li Enqereyê şermezar dikin. Ji kesên jiyanên xwe ji dest dane re rehmet û ji birîndaran re jî şifa temenî dikin.'

Wezîrê tirk: 28 kesan jiyanên xwe ji dest dan

Wezîrê Tenduristî ya Tirkiyeyê Mehmet Muezînoglu destnîşan kir ku hejmara kesên ku di encama teqînê de jiyanên xwe ji dest dane gihiştiye 24an.

Herwiha wî wezîrê daxuyand ku hejmara kesên birîndar bûne jî 61 in.

Walitiya Enqereyê: 28 kes mirin, 61 kes jî birîndar in

Çapemeniya tirk ragihand ku di encama teqînên ku li Enqereyê pêk hatiye de hejmara kesên ku jiyanên xwe ji dest dane gihiştiye 21an, û 45 kes jî birîndar in.

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 29 بهمن 1394 ساعت: 13:21

صفحه بندی