Li Zanîngeha Kurdistanê ji bo roja cîhanî ya zimanê zikmakî merasîmek bi beşdarbûna mamosteyên wêje û ziman hat lidarxistin û tê de teqez hat kirin ku perwerdeya zimanê zikmakî pêdiviyeka netewî ye.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ÎSNA'yê, 21'ê sibatê ji aliyê UNESCO'yê ve wekî roja cîhanî ya zimanê zikmakî hatiye binavkirin. Binavkirina vê rojê ji aliyê UNESCO'yê ve li sala 1999'an bi armanca desteka pirrçandî û pirrzimaniyê pêk hatiye.
Ji bo vê rojê merasîmek ji aliyê navendên çand û hunerê yên Zanîngeha Kurdistanê û bi beşdariya hejmarek berbiçav ji xwendekar û mamosteyan hat lidarxistin.
Di destpêka merasîmê de rêveberê Navenda Mûsîqaya Zanîngeha Kurdistanê di destpêka axaftinên xwe de ji ber ku berpirsên zanîngehê bo merasîmê hatibûn vexwendin, lê beşdar nebibûn, rexne li wan kir û wiha berdewamî da axaftinên xwe: Ev merasîm ji bo pîrozkirina roja cîhanî ya zimanê dayîkê cara yekem e ku li Zanîngeha Kurdistanê tê lidarxistin.
Pûya Zemanî girîngîdana bo zimanê dayîkê wek sedema pêşketinê da zanîn û wiha got: Ziman pêkhateyek ji nîşan û peymanan e ku bi bikargirtina wê pêwendî tên girêdan û jinavçûna zimanê miletekî jinavçûna wî miletî bi xwe re tîne.
Di berdewamiya merasîmê de helbestvanekî parêzgeha Sineyê der heqê girîngiya zimanê zikmakî de axivî û got: Her neteweyek bi zimanê xwe yê taybet tê naskirin, bi vî awayî ziman hebûna neteweyan diparêze.
Di dawiya merasîmê de nivîskar û lêkolînerê kurd, Eshed Erdelan destnîşan kir ku pêşxistina zimanê dayîkê nayê wateya cidahîxwazî û parçekirina welêt û wiha got: Hesibandina xebatên ji bo zimanê dayîkê wek cidahîxwziyê xeletiyeka mezin ku nezantiya der heqê pêşeroja zimîn û girîngiya wê di hêza çandê, berjewendî û ewlehiya welatan de radixîne berçavan. Di vî warî de li cîhanê tecrubeyên pirr mezin hene ku xeletbûna nêrîna wan îsbat dikin.
Eshed Erdelan herwiha got: Li Hidistanê 1650 ziman hene û li gellek welatên din jî hejmara ziman û zaravayan ji 10 heya 100'î zêdetir e ku eger pirrzimaniyê ewlehiya welatan bikira bin metirsiyê, diviya niha bi qasî 5700 zimanan, dewletên cida jî hebana.
Wî herwiha bal kişand ser zelalbûna qanûna bingehîn a Îranê di warê perwerdehiya zimanê zikmakî li dibistanan de û wiha got: Di vî warî de ti qanûnek ji qanûna bingehîn xurttir tune û girîngiya vê mijarê jî pirr eşkere ye û di vê mijarê de erka dewletê çêkirina destûameya ji bo bicihanîna wê û pêkanîna derfetên perwerdehiya di dibistanan de ye.
کۆدی بابهت: 53487 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۶ | کاتژمێر: 17 : 22
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار