خرید بک لینک

Van rojan mijara operasyona Tirkiye a li Suriyê pir tê axaftin. Gava ev îhtîmal tê axaftin behsa îhtîmala pevçûneke bi Rusyayê re jî tê kirin. Lê ji vê îhtîmalê xurttir îhtîmaleke din he ye. Ew jî êrîşeke Rusyayê a rastûrast di nava sînorên Tirkiyê de ye.

Hinek rûdanên dawî vê îhtîmalê xurttir dikin. Mutabaqata agirbestê a di navbera Rusya û Amerîkayê de dibe ku bibe sebeba êrîşên Rusyayê ên bi ser Tirkiyê de. Malum e li gorî vê mutabaqatê êrîşên Rusya ên li ser rêxistinên terorîst dê dewam bikin. Lê Tirkiye lazim e êrîşên xwe yên li ser YPGê bi dawî bîne. Bi vê mutabaqatê Amerîka, mitefîqê xwe Tirkiye li hember Rusyayê bi tenê dihêle. Gava em vê mutabaqatê û daxuyaniyên ku ji Ewrûpa tên bidin cem hev xetere bêhtir xuya dike. Lewra çend rojan berî niha rayedarên NATOyê gotibûn ku “Heke Tirkiye têkeve Sûriyê em di çaroveya NATOyê de piştevaniya Tirkiyê nakin.” Welhasil Tirkiye nikarî NATOyê bikşînî nava Sûriyê.

Ahmet Davutoglu di derheqê mijarê de got, “Eger Ezaz û Heleb ji aliyê Rusyayê ve were bombekirin evê bibe tuusola agirbestê.” Bi vê gotinê pozîsyona Tirkiye diyar kir. Anatîst Serdar Sement vê rewşê wiha şîrove dike. “Rusya dê Ezaz û Helebê bombebaran bike, Tirkiye jî dê mewziyên YPGê bide ber topan û ji ber van êrîşan jî Rusya dê mewziyên topavêjên Tirkî bombebaran bike. Piştre jî kerem kin bi Rusyayê re şerekî germ û gur.”

Gelo encamên siyasî ên şerekî wisa dê çibe? Helbet ji ber ku NATO dê pişta Tirkye negre Tirkiye jî dê mecbûr bimîne da ku paşde gavan bavêje. Piştre jî dê dev ji hemî tezên xwe yên ji bo Sûriyê berde.

Gava di meha Mijdarê de balafira Rusyayê hate êxistandin Rusya destnîşan kiribû ku ev li dijî peymanan e. Putin gotibû ku “Em ji nedî ve hatin xençerkirin” Piştî wê, qerîzmeya Rusyayê derizîbû û texilkeriya Rusyayê şikiyabû. Lewra Rusya li temamê dinyayê bi teqtîkên heydûtwarî qadên ezmanî û zemînî binpê dikir. Ji wê rojê pê ve Rusya dixwaze ku di ser Tirkiyê re dersekê bide dinyayê û şohreta xwe ya berê ji nû ve bi dest xwe bixe.

Em kurtevaneroka paşeroj û pêşeroja vê tabloyê vebêjin. Tirkiye 3 salan berî niha behsa nimêja li Şamê dikir. Lê îro bi êrîşa Rusyayê re rû bi rû ye. PKK jî ji siyaseta me ya Sûriyê îstîfade dike û dixwaze him şerê xendekan firehtir bike him jî dixwaze bi aktorên mezin re têkiliyan deyne. Jixwe anha Tirkiye di ser PKKê re şerekî germ dimeşîne bi Rusyayê re.

PKK ne ji bo hedefên xwe yên siyasî ji bo Rusyayê bombeyan diteqîne. Yanî şerê wekaletê dimeşîne. Lewra difikire ku bi piştevaniya Rusyayê di qada navdewletî de îmaja xwe ya xirab rast bike.

Bi kurtî em dikarin bêjin ku “Tirkiya ku dixwest li Rojhilata Navîn bibe model û aktor niha bûye hedefa aktorên mezin ên dinyayê.” Aktorên gerdûnî li Sûriyê niha muwazeneyeke nû çêdikin. Ev jî li ser pişta Tirkiye tê kirin.

Tehdîda Rusyayê tehdîdeke pir becîd e. Doh Serokkomar Recep Tayip Erdogan di civîna mixtaran de got, “Rusya hê jî carcaran tixûba me binpê dike” Bi vê gotinê xetereya li ber deriyê Tirkiye nîşan da. Naxwe rewş li cem rayedarên dewletê jî wisa ye.

Çavkanî: Zaman/

کۆدی بابهت: 53486 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۶ | کاتژمێر: 15 : 36

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 7 اسفند 1394 ساعت: 1:18

صفحه بندی