خرید بک لینک

Hevserokê Partiya Demokratîk A Gelan Selahattin Demirtaş TAK ji ber êrîşa li Enqerê şermezar kir.

Demirtaş êrîşa li Enqerê nirxand û got, “Em daxuyanî û çalakiyên TAKê ên weke xwekujiyê û gefên li ser gel qebûl nakin û em van çalakiyan dişerimînin.”

Demirtaş daxuyaniyên Davutoglu ên di derheqê agirbesta Sûriyê de jî nirxandin û got, “Tu li ser navê kê xeber dide? Ma tu xelîfeyê DAÎşê yî an tu Serokwezîrê Tirkiyê yî?”

Demirtaş axaftina xwe wiha domand, “Li Cizîrê di 15 rojên dawî de 167 kes bi awayekî komî hatin qetilkirin. Piraniya van xwendekarên zanîngehê ne. Cinazeyên 137 kesan jî hê nehatine teşhîskirin.”

Hevserokê Partiya Demokratîk A Gelan Selahattin Demirtaş wiha dirêjî da axaftina xwe, “Dibe ku hinekan bi kêf li kuştinên Cizîrê temaşe kiribe lê her kes ne bê exlaq û bê wijdan e. Niha jî dikin ku heman tiştî li Sûra Amedê pêk bînin. Em dixwazin ku ji bo rojekê abluqa bê rakirin. Qedexeya kolanan bê rakirin. Em dixwazin ku her kes ji wir derkeve . Lê mixabin kes guh nade ev bangewaziya me.”

Demirtaş di derheqê serdana teziyeya xwekujê Enqerê de jî wiha axivî, “Êrîşa li Enqerê berî her kesî me şerimand. Me êrîşa xwekujiyê ne parast ne jî bilind kir. Em daxuyanî û çalakiyên TAKê ên weke xwekujiyê û gefên li ser gel qebûl nakin û em van çalakiyan dişerimînin.”

کۆدی بابهت: 53511 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۸ | کاتژمێر: 10 : 9

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 8 اسفند 1394 ساعت: 13:27

صفحه بندی