خرید بک لینک

Li gor rapora Servîsa Kurmancî ya Kurdpress`ê li bakurê Helebê Hêzên Sûriya Demokratîk xwe nêzîkî Ezazê dikin, ku heya niha ew navçe di bin destê DAIŞê de ye.

Ceyş El-Siwar jî ku pêkhateya herî sereke ya HSDê pêk tîne, karîbû heya niha wan navçeyan biparêze ku di vê dema dawiyê ew li bakurê helebê kontrol kirbûn, û bi taybetî balafirxaneya Minxê ku bi awayekî berdewam hêzên îslamî û yên opozsyona surya hewl ddin destê xwe danin ser wê navçeyê.

Li Bakurê Helebê, niha tevahiya hêzên şerker têde cihê xwe digirin, nexşeya desthilatdariyê û kontrolkirina leşkerî roj bi roj tê guhertin, Hêzên Sûriya Demokratîk ku d van çend mehên dawiyê de bi xurtî derbasî nav qada şer li Bakurê Helebê bibûn, çend navçe kontrolkirin, cihê herî giring jî balafirxaneya Minixê ye, ku heya niha aliyên din hewl didin wê deverê kontrol bikin, lê Hêzên Sûriye demokratîk dest ji wê balafirxaneyê beadin.

Niha jî Hêzên Sûriya Demokratîk ku li gundewarê bakurê Helebê Artêşa şoreşgeran yan jî Ceyş El-Siwar pêkhateya sereke ye di nav wê hêzê de, xwe nêzîkî Ezaz dike, ew navçe jî heya niha di bin destê çekdarên DAIŞê de ye, û li navçeyên din hêzên hikûmeta Sûriyê û yên dijbereyê jî têne dîtin.

Şervanekî yê HSDê wiha dibêje: “Li bajarokê Ihrus jî çeperên şer hene, hêzên me ciwanên me li ser hêla Misqan hene, ku li hember hêzên rijêma Esed cihê xwe digirin, carinan şer di navbera me w wan de diqewime, lê em pêbendin bi aigrbestê ji roja wê ye yekem û heya vê demê.”

Li aliyekî din li taxa Şêxmeqsûd li nav Helebê hêzên Îslamî û şend aliyên dijbereya Sûriye berdewam in di êrîşkirina ser wê taxê de, ku tank û topan bikar tînin, li hember de jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi alîkariya xelkê deverê bersiva êrişan didin, ku heya niha hejmare mezin ji welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Rûdaw

کۆدی بابهت: 55010 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۱ | کاتژمێر: 16 : 49

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 21 فروردين 1395 ساعت: 20:23

صفحه بندی