خرید بک لینک

TARAF


-Bi qayyûmê dê kongreyê li dar bixin...
Baskê muxalif li nav MHPê serî li dadgehê da, biryar derket dê partî bi serpereştiua sé qeyyûman kongreya xwe ya awarte li dar bixe ku ji bo serokatiya partiyê jî hilbijardin pêk bê.


- Li binkeya komelekê ecêbek çek û teqemenî bi dest ketin. Li komeleya têkoşîna dij bi maddeyên hişbir li Fatih şehremînî 16 tiving û demançe û teqemenî biçdest ketin. Gumanên ku pêwendiya komeleyê û DAIŞê bi hev re hene.

MILLIYET


-Li Atîna lîstika li ser forman...
Kesên ku bi dilxazî alîkariya penaberan dikin li milê Yûnanîstan dibêjin polïsên Yûnanî bi zanebûn li ser kaxezên penaberên ku daxwaza penabertiyê dikin diguherînin ku nikaribin serlêdanê bikin. Duh 123 oenaberên, Efganî, Pakistanî, Îtanî û Iraqî bi ferîbotan hatin Tirkiye lê li aliyê din 149 penaber dîsa karîn bi awayekî xwe bighînin giravên Yûnan. " CK Team" ku harîkariya penaberan dike radigihîne ku li giravan şert û mercên kampan zaf xerab in, xizmeta tendusristiyê hema bêje tune û gelek penaberên ku naxwazin vegerin hewla xwekujiyê didin.

CUMHURIYET


-Baxçeyê serokşaredar..
Li Stembolê li Maslakê erdên Hattat Holdîng ku ne qanûnî bi dest xistibûn, beramberî erdên ku da serokşaredarê Stembolê Kadir Topbaş, qedexetiya li seer avasaziya wan rabû.


- HDP bi sê kompaniyan rapirsî da kirin. Li gor encaman HDP li rojhilatê Tirkiye dengên xwe bilind kirin lê li rojavayê Tirkiye limxwe kêm kir. Kêmbûna dengan li rajava bi êrîşên TAKê ve tên hirêdan

YENİ ŞAFAK


-Emê teslîm nebin...
Di MHPya ku demeke bûye hedefê hêza paralel de gotina muxalefetê bi ser ket. Baxçekî bi tundî li dij biryara qeyûmê derket û got emê rê nedin ku partiya me ji alî hêzên ne diyar ve bê bi rê ve birin.


- Çobanbey temam dora Cerablûs e. Bi harîkariya topbarana Tirkiye bi ser bakûrê Helebê de, hêzên muxalif Çobanbey ji DAIŞiyan wergirtin. Niha dê hedefê wan Cerablûs be ku 60kîlometran ji wir dûr e. Bi vî awayî plana Tirkiye ya Herêma Aram dikare dîsa bê rojevê.

TURKIYE


-3 hezar şêniyên ji Sûrê dest bi kar kirin...
Ew kesên ji ber êrîşên PKKê ji Sûrê reviyabûn, dewlet li wan xwedî derket û wan di kar de bi cî kir. Gelek ji wan di dibistan û mizgeftan de dest bi kar kirin bi derfetên ku dewletê da wan.


- Pisporê ewlehiyê Mete Yarar, eger li Nisêbînê di bin xaniyekî de 40-50 bombe hebin şêwazê herî dirust ew e ku ew avahî hemû ji dûr ve bên bi hewaxistin.

EVRENSEL


-Karesateke çar alî...
Li gor rêkeftina li ser penaberan di vî şerrê Sûrî de ku gelek dewlet hevkar in, karesata mezin dîsa tê serê reviyên penaber. Di rêkeftina veguhastinê de bedêla giran dibe para penaberan. Duh qefleya duwem ya ji 123 kesan hate Dîkîlî. Seroka Multecî- Der Eda Bekçî, ev yeka ku bi penaberan tê kirin bi tevahî derhiqûqî û binpêkirina mafên mirovan e.


- Dewlet ava li ser Silopya qut kir. Tîmên taybet ava vexwarinê ya xelkê ku ji navendekê bi ser navçeyê vedibe, qut kir. Xelkê navçeyê niha bê av maye û di bin barîna berikan de bi zor xwe dighînin kaniyên li nav kolanan ku tedarika xwe ya avê bikin.

BİRGUN

-Ji bo zarokan li şûna psîkolog mele tayîn kirin...
Li Karaman li weqfa Ensar destdirêjahî pêk hat li ser zarokan. Dewlet bi destê wezareta malbat û civakê psîkologên ji navenda weqfê vekişandin li şûna wan melayan şand ba zarokan.

کۆدی بابهت: 55009 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۱ | کاتژمێر: 16 : 46

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 21 فروردين 1395 ساعت: 20:23

صفحه بندی