Rêveberê îdareya çand û tûrîzma Wanê da zanîn ku di betlaneyên newroza îsal de 43 hezar û 500 welatiyên Îranê serdana Wanê kirine.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ÎRNA'yê, li gor ajansa nûçeyan a Doganê, Muzefer Aktug di vî barî de wiha got: Ev geştiyar bi riya balafirgeha Wanê û herwiha deriyê sînor ê Razî-Kapîkoy serdana wî bajarî kirine.
Wî herwiha bal kişand ser serdana zêdetir ji 45 û 500 kesî di newroza sala derbasî bûyî de û wiha got: Kêmbûna bi tenê 2 hezar serdanên ji Îranê bo Wanê tevî propagandayên reşkirinê yên derheqê rewşa ewlehiya bajêr de, hejmarek pirr kêm e.
Wî herwiha got: Armanca me ew e ku hejmara serdanên geştiyaran bo Wanê di dirêjahiya salê de bilind bibe û Wan bibe navendeka geştiyariyê.
کۆدی بابهت: 55012 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۱ | کاتژمێر: 22 : 31
برچسب:
نویسنده: استخدام کار