Îro Îran û Tirkiyeyê li Qonyayê û di dawiya 25. dewra civîna komisyona hevbeş a aboriyê de, di warên danûstandinên bankî û hevkariyên odeyên bazirganiyê yên herdu welatan de 3 peymanên hevkariyê îmze kirin.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ÎRNA'yê, peymana hevkariyê ya 25. dewra civîna komisyona hevbeş a aboriyê ji aliyê Mehmûd Waizî, nûnerê taybet ê serokkomarê Îranê yê di kar û barên Trikiyeyê de û herwiha serokê aliyê Îranê di civînê de û Cevdet Yilmaz, nûnerê Tirkiyeyê yê di warê pêwendiyên wî welatî û Îranê de û serokê aliyê tirk di civîne de hat îmzekirin.
Ev peyman piştî muzakereyên dûr û dirêj ên 2 rojan li Enqere û Konyayê di navbera rêxstinên cida yên herdu aliyan de, hatin îmzekirin.
Peymaneka din jî di warê hevkariyên bankî û xurtkirina danûstandinên benkî yên Îran û Tirkiyeyê di serdema piştî ambargoyan de ye.
Ev peyman jî ji aliyê Waizî û Yilmaz ve hatin îmzekirin.
Peymana sêyem jî hevkariya di navbera odeya bazirganiyê ya pêşe, kanî û çandiniya Îranê li gel odeyên bazirganî û bûrsên kelûpelê yên Tirkiyeyê de ye.
کۆدی بابهت: 55011 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۱ | کاتژمێر: 22 : 6
برچسب:
نویسنده: استخدام کار