Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Zamanê, Serdozgeriya Cumhuriyetê ya Enqerê ji Midûriyeta Giştî ya TURKSATê re, di derheqê IMC TVyê de nivîsek şand. Piştî nivîsa dozgeriyê TURKSAT weşana IMC TVyê qut kir. Weşan gava Can Dundar li ser ekranê bû ji nişka ve hate reşkirin.
Di nivîsê de hatiye eşkerekirin ku ji TURKSATê raporeke di derbarmê IMC TVyê de hatiye standin ku ka gelo IMC TV propagandaya rêxistina terorê dike an na. Dozgerî diyar kiriye ku IMC TV propagandaya PKK/KCKê dike û ji Midûriyeta Giştî ya TURKSATê xwestiye ku frekansa IMC TVyê were betalkirin.
کۆدی بابهت: 53510 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۸ | کاتژمێر: 10 : 6
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار