Cîgirê hiqûqî û navneteweyî yê wezareta karên derve ya Îranê, seyd Ebas Iraqçî bi serokatiya taximeke karzaniyê ji bo hilkolandina destûrkara civîna serokên welatên endamên Rêxistina Hevkariyên Islamî çû Stenbola Tirkiyê.
Civîna serokên welatên endamê Rêxistina Hevkariyên Islamî nasyar bi OIC'yê rojên pêncşemî û îniya vê heftê li Stenbûlê tê birêîxistin. Rojên yekşemî û duşemiyê anku îro û sibê civîna karzanên derecebilind ên welatên endamê vê rêxistinê û sêşemî û çarşemiyê civîna wezîrên karên derve yên welatên endamên Rêxistina Hevkariyên Islamî tê birêxistin.
Tê payîn ku rêberên welatên islamî li civîna Stenbolê biryar û pêngavên pratîkî li çarçova hewildana nhevpar a islamî û xurtkirina rola Rêxistina Hevkariyên Islamî li du astên navçeyî û cîhanî pêk bînin.
Ji van kiryarên di warê pratîkê em diakrin amaje bi asoya stratejiya dehsaliya teze anku ji sala 2015'an heta sala 2025'an bikin ku mijarên sereke yên diiyar li warê cihanîna ewlehî û aramî, şerê li dijî têrorîsm û zêdegaviyê, berçavgirtina mafên mirovan, piştgiriya ji geşepêdanê û kêmkirina asta rebentiyê digire ber xwe.
Civîna Stenbolê ku biryar e bi dirûşmeya 'Yekparçetî û hevgirtina ji bo dadwerî û ewlehiyê' birê keve, rewşa niha li Sûriye, Yemen, Lîbya, Efxanistan, Somalî, Malî, Camo, Keşmîr, pevçûnên Ermenistan û Komara Azerbaycanê û navçeyên nearam ên islamî bidin ber behs û hilkolandinê.
Rêxistina Hevkariyên Islamî duyemîn rêxistina navneteweyî piştî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) e ku 57 têda endam in.
Jêder: SAHAR
کۆدی بابهت: 55041 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۲ | کاتژمێر: 12 : 49
برچسب:
نویسنده: استخدام کار