Li gor rapora Servîsa Kuyrmancî ya Kurdpress`ê, îsal di pêşangeha navdewletî ya pirtûkan a Hewlêrê de pirtûkên Kurmancî nehatine nîşandan! Xwedanê çapxaneyeke pirtûkên Kurmancî jî dibêje, ti kesî em venexwendine pêşangehê!
Yazdehemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan a Hewlêrê, roja 5ê Nîsana îsal ji aliyê Mesûd Barzanî ve bi fermî hat vekirin.
Malpera Zaman Kurdî behsa vê yekê dike û dibêje, di pêşangeha îsal de, bi sed hezaran pirtûk ji 24 welatên cîhanê hatine nîşandan lê pirtûkên Kurmancî xuya nakin!
Derheqê vê yekê de, rayedarekî pêşangehê bi navê Newzad Sabir got, me Weşanên Avesta (pirtûkên Kurmancî çap dike) vexwendibû pêşangehê lê bersiva me nedan.
Xwedanê Avestayê, Abdullah Keskîn jî got, tiştekî wisa tine û ti kesî em venexwendine pêşangehê. Ne telefon kirin ne jî mail şandin.
Abdullah Keskîn wiha domand, “Me 5-6 sal berê jî xwest tevlî pêşangehê bibin lê qebûl nekirin. Par min bi rêya Rûdaw TV behsa vê yekê kir paşê em vexwendin. Lê îsal em venexwendin”
Xwedanê Weşanên Avesta her wiha da zanîn ku hevalekî wî ji Weşanên Aras (navenda wê li Hewlêrê ye) ew agahdar kiriye û gotiye, “min ji rayedarên pêşangehê re pêşniyar kiriye ku Avestayê vexwînin pêşangehê” lê dîsa jî ti kesî gazî me nekir.
Yazdehemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan a Hewlêrê dê 15 Nîsanê were girtin.
کۆدی بابهت: 55040 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۲ | کاتژمێر: 12 : 45
برچسب:
نویسنده: استخدام کار