Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, Balyozê Îngiltereyê Richard Moore bersiva pirsyarên televziyona CNNturkê da û eşkere kir: "Di mijara PKKê de helwesta me diyar e, mirovekî xwest tev li PKKê bibe, me 5 sal lê birîn. Di meseleya PYDê de jî; hayê me ji her tiştî heye. Pêwendiyên PYD û PKKê eşkere ne, hûn biçin hûn bibînin ku wêneyên Ocalan li hemû nivîsgehên PYDê hilawîstî ne. Ev jî têkiliyên herduyan diyar dikin".
"Em çekan nadin"
Herwiha balyozê Îngiltereyê wiha axivî: "Eger em li meseleya Sûriyeyê binerin, PYD rastiyek e. Mixabin di vê rewşa aloz û tevlihev de, ev rastî jî derdikeve. Em çekan nadin, bi qasî dizanim Amerîka çekan nade lê tenê piştgiriya ezmanî dide wan û ew jî ji ber ku li dijî DAIŞê şer dike. Ji ber ku haya me ji her tiştî heye lewra em çekan nadin wan".
برچسب:
نویسنده: استخدام کار