خرید بک لینک

Hesen Rûhanî, serokkomarê Îranê di hevdîtina ku li gel wezîr, berpirs û xebatkarên wezareta pêwendî û teknolojiyê li dar xist de, pêwendî û teknolojî wekî bingehên pêşketina welêt da zanîn û got: Eger lihevkirina navokî ya li gel welatên 5+1 neba, hêdî hêdî me wê nekariya bermîlek nift jî bifirota.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê malpera ragihandinê ya serokkomariyê, Hesen Rûhanî, serokkomarê Îranê roja duşemiyê di vê hevdîtinê de sala nû li hemî kesên ku ji bo pêşketin û avedaniya welêt hewl didin, pîroz kir û got: Sala nû, sala kar, xebat û birêxistinkirin ji bo hewl û pratîkê di aboriya xweragir e.

Rûhanî herwiha hereketa bi lez û hişmend a ber bi pêşketin û geşepêdanê ve yek ji pêdiviyên welêt nirxinad û da zanîn ku roja îroyîn şert û mercên baş ji bo vê yekê pêk hatine û wiha berdewam kir: Lihevkirina navokî dibe sedema başbûna şert û mercan û herwiha astengiyan ji holê ra dike û atmosfereka wisa çê dike ku em bikarin hemî derfetan ji bo gel û pêşxistina welêt bi kar bigirin.

کۆدی بابهت: 55062 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۲ | کاتژمێر: 19 : 29

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 22 فروردين 1395 ساعت: 23:54

صفحه بندی