خرید بک لینک

Wezîrê Îranê yê karên derve got: Em piştgiriyê didin gotûbêjên aşitiyê yên di navbera hikûmeta Sûrî û aliyên dijber de û divê her tişt li ser bingeha desteka ji bo serweriya hikûmetê Sûrî û îradeya gelê wî welatî bê encamdan.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ÎRNA'yê, Mihemedcewad Zerîf di hevdîtina li gel Anthony Kaikkonen, serokê komîteya pêwendiyên derve ya parlemena Finlandê de got: Em herwiha hewildanên vê dawiyê li Yemenê yên ji bo agirbesê jî erênî dibînin û me ji destpêkê ve çareseriya kirîzê di rêyên leşkerî û perîşaniya gelê mezlûm ê Yemenê de nedidît û nabînin jî.

Zerîf herwiha bal kişand ser guherînên li Yemen, Îraq û Sûryeyê û got: Gefên tundrewiyê bi îradeya xurt û gavên rastîn ên ji bo qutkirina rêyên desteka rêxistinên terorê li Sûryeyê dikarin ji holê bên rakirin.

Wezîrê Îranê yê karên derve herwiha got: Hertim pêwendiyên di navbera Îran û Finlandê de, erênî û baş bûne û pêşerojeka baş li benda herdu welatan e. Em hêvîdar im ku di bin saya îradeya parlemenên herdu welatan de şert û mercên hevkariyên perlemenî yên herdu welatan berfirehtir bibin.

Mihemedcewad Zerîf herwiha bal kişand ser derfetên ku piştî lihevkirina navokî derketine pêş û wiha berdewam kir: Îmkanên pirr baş ji bo naskirina derfetên aborî, bazirganî û bankî di navbera Îran û Yekîtiya Ewrûpayê de derketine pêş, lê em hîn di merheleya destpêkê de ne û em hêvîdar in ku gavên xurt û berbiçav di vî warî de bên avîtin.

Herdu aliyan herwiha di vê hevdîtinê de rewşa pêwendiyên herdu welatan û mijarên herêmî nîqaş kirin.

کۆدی بابهت: 55119 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۳ | کاتژمێر: 16 : 41

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 23 فروردين 1395 ساعت: 21:18

صفحه بندی