خرید بک لینک

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Hawarê, piştî ku şeva derbasbûyî li Sûriyê agirbest hate ragihandin, DAIŞ`ê bi çekên giran êrîşî Girê Spî û Silûka ku di destê PYDê de ye kir.

Ji ber dijwariya şer û pevçûnê, guleyên ku ji sînor derbas dikirin û dihatin Kaniya Xezalan a Rihayê diketin, şêniyên navçeyê tirsandin.

Li gor agahiyan endamên DAIŞê êrîşî nexweşxaneyê kirine û li kuçe û kolanan şerekî dijwar dest pê kiriye.

Ji ber şer û pevçûnan leşker û polês li ser sînor, tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê ragihand ku Fermandariya YPGê derbarê wan êrişan de daxuyanî daye.

Di daxuyaniya YPGê de wiha hat gotin: ‘Piştî hemleya me ye serkeftî ya Şedadê ku tê de derbên mezin li çeteyan hatin xistin, çeteyên DAIŞê şevê din êrîşekî berfireh lidarxistin. Êrişên çeteyan 26ê sibatê saet derdora 23.00an de ji Tirkiye û Raqqa bi awayekî 2 baskan li dijî başûr û rojhilatê Girê Spî hatiye lidarxistin.'

کۆدی بابهت: 53553 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۸ | کاتژمێر: 14 : 38

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 8 اسفند 1394 ساعت: 17:39

صفحه بندی