Cîgirê wezîrê Îranê yê karên derve yê di warê erebî û afrîkayê de ragihand ku pêvajoya gotûbêjên çareseriya pirsgirêka Sûrî yên di navbera hikûmet û aliyên opozisyonê de ketiye merheleyeka nû û got: Em bi nêzîkbûna çareseriya pirsgirêka Sûryeyê kêfxweş in.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ÎRNA'yê, Hisên Emîrebdulahiyan roja sêşemiyê piştî hevdîtina li gel Dî Mestûra, nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê di mijara Sûryeyê de, di civîna li gel rojnamevanan de got: Di civîna me ya îro de gellek gotûbêjên girîng der heqê mijara Sûrî û dewamkirina muzakereyan, di navbera me de derbas bûn.
Cîgirê wezîrê Îranê yê karên derve, desteka Îranê bo hewlên Dî Mestûra yên ji bo pêvajoya gotûbêjên çareseriya pirsgirêka Sûryeyê ragihand û got: Em bi nêzîkbûna çareseriya pirsgirêka Sûryeyê kêfxweş in û hêvîdar in ku hemî hêz û aliyên herêmî û navnetewî di herdu rêyên têkoşîna li dijî terorê û desteka pêvajoya aşitiyê gavên xurt û bingehîn bavêjin û dev ji hewlên nelirê yên ki li dijî berjewendiya hikûmet û gelê Sûrî de nînin, berdin.
کۆدی بابهت: 55165 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۴ | کاتژمێر: 19 : 20
برچسب:
نویسنده: استخدام کار