خرید بک لینک

Serokkomarê Îranê, Hesen Rûhanî diyar kir ku îmzekirina 36 peymanên hevkariyê di 3 mehên derbasbûyî di navbera Îranê û Îtalyayê de, îradeya xurt a herdu welatan ji bo berfirekirina hevkariyan radixîne ber çavan û wiha berdewam kir: Serdana serokwezîrê Îtalyayê bo Tehranê gaveka xurt û girîng di warê berfirehkirina danûstandinên herdu welatan di warên aborî, zanistî, teknolojî, geştiyarî û hevahengî der heqê mijarên girîng ên herêm û cîhanê de ye.

Li gor rapora kurpress'ê, Hesen Rûhanî, serokkomarê Îranê roja sêşemiyê piştî îmzekirina 6 peymanên hevkariyê yên di navbera Îran û Îtalyayê de, pirsên rojnamevanan bersivad û diyar kir: Komara Îslamî ya Îranê girîngiyek mezin dide pêwendiyên xwe yên li gel Îtalyayê û di dema ambargoyan de jî helwesta Îtalyayê li gor hin welatên din nermtir bû.

Rûhanî herwiha got: Herdu welatan di warên borî, zanistî, teknolojî û geştiyariyê de hin peymanên girîng îmze kirine û divê îro ji bo bicihanîna wan gavên xurt bên avêtin.

کۆدی بابهت: 55167 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۴ | کاتژمێر: 20 : 3

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 25 فروردين 1395 ساعت: 9:43

صفحه بندی