Parêzgarê Ûrmiyeyê got: Divê hilbijartinên parêzgeha Ûrmiyeyê bi hesasiyeteka pirr zêde birêve biçin.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ragihandina giştî ya parêzgarê Ûrmiyeyê, Qurbanelî Seadet di civîna li ser çawaniya birêvebirina hilbijartinan ku li gel berpirs û rayedarên parêzgehên Ûrmiye û Tewrêzê li dar xist de diyar kir ku hilbijartina bê, hilbijartineka pirr hesas û taybet e û got: Wezareta navxwe bi tevger û xebatên xwe yên di cih de, bêalîtiya xwe der heqê aliyên siyasî yên di hilbijartinan de parast û bi vî awayî karî ku aramî û asayîşeka pirr baş li welêt biafirîne.
Wî herwiha diyar kir ku şert û mercên birêveçûna hilbijartinan li parêzgeha Ûrmiyeyê ji parêzgehên din pirr cida ye û wiha got: Aliyên pan tirk û pan kurd li hin navçeyên parêzgehê hilbijartin boykot kiribûn, lê gelê hêja yê parêzgehê Ûrmiyeyê ti car destûrê ji van aliyan nagire û li gor xwestekên wan nameşe ku ev yek destkefteka pirr girîng e.
Parêzgarê Ûrmiyeyê di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand ser encamên merheleya yekem a hilbijartinên parlemenê li parêzgehê û wiha got: Li gor encemên merheleya yekem a hilbijartinan, ji bo birêvebirina merheleya duyem, erkek pirr dijwar li ser milê heye û divê em bi hesasiyeteka pirr
کۆدی بابهت: 55182 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۵ | کاتژمێر: 9 : 44
برچسب:
نویسنده: استخدام کار