Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattîn Demîrtaş ragihand ku bi xweseriya li bajarên Kurdan pêşveçûn pêk nayê.
Selhattîn Demîrtaş duh li paytexta Almanya Berlînê beşdarî civînekê bû û daxwaz kir, “Divê di demeke nêzîk de li Tirkiyeyê vegerin ser maseya aştiyê.”
Demîrtaş da zanîn ku çewtiyên wan jî di pêvajoya aştiyê ya 3 sal berê destpêkirî de hene û got: “Li rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê piştgiriyeke mezin ji pêvajoya aştiyê re hebû. Şaşitiya me ew bû ku me bi şêweyekî zelal ew pêvajo aîdî civakê nekir. Bi heman şêweyî divê parlamento jî li pişta pêvajoyê bima. Xeta bû ku pêvajoya aştiyê bi însîyatîfa yek kesî ma.”
Demîrtaş, di bersiva pirsa “Piştî 7ê Hezîranê çima PKKê di stratejiya xwe de guhertin pêk anî?” got, “PKKê çima stratejiya xwe guhert, divê mirov ji wan bipirse. Şerê xendexan rewşa ewlekariyê aloz kir û tundûtûjî zêdetir kir. Lê, divê ew bi dîyalogê bê çareserkirin, ne bi top û tankan.”
Herwiha Demîrtaş da xuyakirin ku xweseriya li bajarên kurdan ti eleqa wê bi partiyan ve nîn e û got, “Bi xweseriyê pêşveçûn nabe”
کۆدی بابهت: 55199 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۵ | کاتژمێر: 11 : 31
برچسب:
نویسنده: استخدام کار