Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Zamanê, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan, li koşka serokomariya Tirkiyê bi merasîma fermî pêşwazî li Şahê Siûdiyê Şah Selman bin Ebdulezîz kir.
Di merasîma pêşwaziya Şahê Siudiyê de, serokwezîr û hejmarek din ji berpirsên pilebilind ên Tirkiyê hebûn.
Piştî wê, di daxuyaniyekê de Receb Tayyip Erdogan tekez li ser girîngiya peywendiyên navbera herdû welatan kir û medaliya taybet aa serokomariyê daye Şahê Siûdiyê.
Di wê seredanê de tê çaverêkirin, ji bilî peywendiyên taybet ên navbera wan welatan, rewşa giştî ya deverê bi taybetî rewşa Sûriyê jî bê gotûbêjkirin.
کۆدی بابهت: 55195 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۵ | کاتژمێر: 11 : 17
برچسب:
نویسنده: استخدام کار