Mamosta Qadirî bal kişand ser îhanetên Merîwan Helebçeyî yên li îslam û misilmanan di TV'yeka kurdî de û wiha got: Ev kes, heman kes e ku alimên Helebçeyî îrtidada wî ragihandin û revî Ewrûpayê.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê malpera ragihandinê ya nivîsgeha pêşnimêjê bajarê Paweyê, mele Qadir Qadirî di yekemîn civîna dersa xwe ya tefsîr û exlaqê ya di sala nû de, ku bi beşdarbûna gellek kesan li Mizgefta Qubayê birêve çû de, diyar kir ku cih û warê misilmanan hertim di dîrokê de ketiye ber êrişa dijminan û wiha berdewam kir: Em di dîrokê de dibînin ku cih û warê misilmanan hertim ketiye ber êrişa dijmin û neyarên îslamê û selîbiyan di bin navê parastina Qudsa şerîf de, 11 caran êrişî Rojhilata Navîn kirine û piştî wan jî warê Îslamê bi pirranî bûye armanca êrişa Tetar û Moxulan.
Pêşnimêjê Paweyê di beşek din ji axaftinên xwe de bal kişand ser gotinên Merîwan Helebçeyî û wiha got: Vî kesî di hevpeyvîneka li gel TV'yeka kurdî, bê tirs û perwa her tişta ku kariye, li dijî îslam û misilmanan gotiye. Ev kes, heman kes e ku çend sal berî niha li dijî Pêxemberê Îslamê pirtûkek nivîsî û tê de gellek heqaret û îhanet li cenabê wî û Qurana Pîroz kiribû.
Wî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Ev kes, heman kes e ku alimên Helebçeyî îrtidada wî ragihandin û revî Ewrûpayê û piştî wê ti carî nekarî li hember misilmanan tiştekê bibêje, lê niha rewşa tevlihev a misilmanan gihîştiye wê astê ku her kes ku bixwaze, rê li ber wî/wê vekiriye û dikare li dijî îslam û misilmanan axaftinan bike.
Li gor rapora Kurdpress'ê, Merîwan Helebçeyî demek berî niha bi nivîsana pirtûkekê, heqaret li îslam û misilmanan kiribû.
کۆدی بابهت: 55276 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۶ | کاتژمێر: 16 : 44
برچسب:
نویسنده: استخدام کار