خرید بک لینک

Berdevkê Erdoxan ragihand ku hevdem li gel komcivîna serokên welatên endam ên di Rêxistina Hevkariyên Îslamî de, Erdoxan wê li gel Hesen Rûhanî, serokkomarê Îranê hevdîtinekê pêk bîne.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Time Turk'ê, Îbrahîm Kalin, berdevkê Receb Teyîb Erdoxan serdana serokkomarê Îranê, Hesen Rûhanî bo Tirkiyeyê ku ji bo beşdarbûna di komcivîna serokên welatên endam ên di Rêxistina Hevkariyên Îslamî de û wiha got: Receb Teyîb Erdoxan hevdem li gel vê komcivînê, wê gellek hevdîtinên dîplomatîk pêk bîne ku yek ji van hevdîtinên herî girîng, hevdîtina li gel birêz Hesen Rûhanî, serokkomarê Îranê ye ku serdana Stembolê kiriye.

Wî herwiha bal kişand ser komcivîna serokên welatên endam ên di Rêxistina Hevkariyên Îslamî de jî û wiha got: Ev civîn piştî bûyerên Sûryeyê, bi awayê rêkûpêk nedihat lidarxistin. Di komcivîna li Stembolê de 56 welat di asta herî jor a siyasî de beşdar bûne. Ev civîn wekî destpêka projeya 2025 a welatên endamênRêxistina Hevkariyên Îslamî tê zanîn.

کۆدی بابهت: 55275 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۶ | کاتژمێر: 16 : 43

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 26 فروردين 1395 ساعت: 22:47

صفحه بندی