Wezîrê Îranê yê parastinê destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê ewlehiya herêmê misoger dike û got: Eger çavên welatên rojavayî li berjewendiyên me bin, em ê wan poşman bikin.
Li gor rapora kurdpress'ê ji zarê îdareya giştî ya propagandayên parastinê ya wezareta parastinê, serdar Hisên Dihqan, wezîrê Îranê yê parastinê di merasîmeka leşkerî ku li Bendera Enzelî hat lidarxistin de got: Dîrok vê yekê nîşan dide ku Komara Îslamî ya Îranê sedema misogerkirina ewlehiya herêmê ye û hêzên me li herêmê ti car li pey destdirêjiyê nebûne.
Wî herwiha got: Eger çavên welatên rojavayî li pey berjewendiyên me bin, em ê wan poşman bikin.
Wezîrê parastinê yê Îranê destnîşan kir ku îro li herêma Rojhilata Navîn tevlihevî û alozî heye û Amerîka û Îsrayîl dixwazin bi kuştina mirovên bê guneh, ewlehiya herêmê têk bibin û got: Eger destdirêjiyek pêk were, hêzên me yên çekdar û gelê me wê bi hemî hêza xwe li hember wê bisekinin.
کۆدی بابهت: 55277 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۶ | کاتژمێر: 17 : 33
برچسب:
نویسنده: استخدام کار