Serokkomarê Îranê ku ji bo beşdarbûna di komcivîna serokên welatên endam ên di Rêxistina Hevkariyên Îslamî de, serdana Stembolê kiriye, ji ber rabûna lehiyê li hin parêzgehên Îranê, bi riya peywendiya telefonî ya li gel Îshaq Cehangîrî, cîgirê yekem ê serokkomar, destûr da ku bi awayekî lezgîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên mexdûrên lehiyê, hemî derfetên xwe bi kar bigirin.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê malpera ragihandinê ya dewletê, Hesen Rûhanî di destpêka vê peywendiya telefonî de agahiyên herî dawî yên der heqê lehiyê de wergirt.
Serokkomar Rûhanî bikargirtina hemî derfetan di vê rewşê de girîng nirxand û li ser agahdarkirina gel teqez kir. Herwiha ji hemî berpirsên li van parêzgehan xwest ku bi tevdîr û plan tev bigerin û li gel berpirsên têkildar hevkariyê bikin.
کۆدی بابهت: 55285 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۷ | کاتژمێر: 9 : 39
برچسب:
نویسنده: استخدام کار