Ayetullah Hisêniyê Şahrûdî, nûnerê rêberê Îranê yê li parêzgeha Sineyê û Ebdulmecîd Zahidî, parêzgarê Sineyê ji ber beşdarbûna xurt a gel di hilbijartinan de sipasiya gelê parêzgeha Sineyê kirin.
Li gor rapora Kurdpress'ê, ayetullah Hisêniyê Şahrûdî, nûnerê rêberê Îranê yê li parêzgeha Sineyê û Ebdulmecîd Zahidî, parêzgarê Sineyê bi peyamekê ji ber beşdarbûna gel di hilbijartinên parlemenê û encumena şarezayên rêberî de, sipasiya gelê parêzgehê kirin.
Naveroka peyamê wiha ye:
Carek din gelê birûmet, dilsoz û zana yê parêzgeha Sineyê bi beşdarbûna xwe ya xurt di hilbijartinên parlemenê û encumena şarezayên rêberî, hevgav û hevdeng li gelê mezin ê Îrana îslamî, vexwendina rêberê mezin ê şoreşê, serokkomarê rêzdar û berpirsên din pejirandin û yekdil û yekdeng rûpeleka zêrîn ji têgihîştina xwe ya siyasî û agahiya civakî di deftera dîrokê de qeyd kirin û raxistin ber çavan.
Bê guman afirandina vê lehengiyê ku bi temamî yekdilî, hevrêtî û hevdengiya netewî ye, wê li ser geşbûna serbilindî û bextewariya roja îro û paşeroja gel pirr bibandor be û pirsgirêkên heyî bi tîrêjên rojê bihelîne û asoyên nû di peravên kêf û coşa gel de çê bike.
Em sipasiya xwe ji yek bi yek gelê birûmet ê parêzgeha Sineyê re tînin ziman û ji bo hemî kesên ku bi dil û can ji bo afirandina vê lehengiya mayînde xebat meşandin û hewl dan, bi taybet mamosteyên olî, mixtar, berpirs, rayedar, birêveber, fermandar û hêzên ewlehiyê û herwiha hêz, rêxistin û kesyatiyên civakî re xêra xwedê dixwazin.
کۆدی بابهت: 53577 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۸ | کاتژمێر: 18 : 10
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار