Serokkomarê Îranê di komcivîna serokên welatên endam ên di Rêxistina Hevkatiyên Îslamî de axivî û got: Ev mijara ku tê gotin Îran ji Erebistanê re û Erebistan jî ji Îranê re pirsgirêk e, ji bo her kesî/ê ron û eşkere ye. Pirsgirêka herî bingehîn nezanî û alîgiriyên bê bingeh û tundrew in.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ajnsa nûçeyan a Mihrê, 13. komcivîna serokên welatên endam ên di Rêxistina Hevkatiyên Îslamî de bi tevlêbûna Hesen Rûhanî, serokkomarê Îranê li Stembolê birêve çû û Rûhanî di ketina cihê civînê de ji aliyê Erdoxan ve hat pêşwazîkirin.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, Hesen di axaftinên xwe de bal kişandiye ser aloziyên vê dawiyê yên di navbera Îran û Erebistanê de û wiha gotiye: Ev mijara ku tê gotin Îran ji Erebistanê re û Erebistan jî ji Îranê re pirsgirêk e, ji bo her kesî/ê ron û eşkere ye. Pirsgirêka herî bingehîn nezanî û alîgiriyên bê bingeh û tundrew in. pirsgirêka me hemiyan, nakokiyên di nav alema îslamê de ye.
کۆدی بابهت: 55300 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۸ | کاتژمێر: 7 : 51
برچسب:
نویسنده: استخدام کار