خرید بک لینک

Pisporê Rêxistina Navnetewî ya Efûyê Andrew Gardner li hember astengî û qedexeyên li ser çapemeniyê li Tirkiyeyê bertek nîşan da û ragihand ku li Tirkiyeyê rewşa çapemeniyê her ku diçe xirabtir dibe.

Li gor rapora Kurdpress'ê, endamê Rêxisitna Navnetewî ya Efûyê Andrew Gardner derheqê rewşa çapemeniya Tirkiyeyê de nirxandin kirin û got: Ji demeke dirêj ve ye ku em rewşa çapemeniya Tirkiyeyê dişopînin. Lê di encama çavdêriyên xwe de em dibînin ku astengiyên mezin tên kirin. Rewş gelekî xetere ye û azadiya çapemeniya li Tirkiyeyê li ber mirinê ye.

Gardner diyar kir ku li Tirkiyeyê weşana bêalî tenê li ser malperên înteetê mimkin e lê ew malper jî di hedefa hikumetê de ne.

Gardner da xuyakirin ku sansûr û astengiyên li ser çapemniyê wekî fikreke stratejîk ya hikumeta Tirkiyeyê ye û ev yek li dijî standartên mafên mirovan e.

کۆدی بابهت: 55343 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۸ | کاتژمێر: 17 : 22

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 28 فروردين 1395 ساعت: 20:25

صفحه بندی