Merasîma bibîranîna şehîdên bobebarana Bokanê bi beşdarbûna pêşnimêj, walî, fermandeyên leşkerî, malbatên cangoriyan, xelkê û gelek rayedarên bajêr hat lidarxistin.
Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê ragihandina giştî ya walîtiya Bokanê, waliyê Bokanê di destpêka merasîmê de axivî û da zanîn ku civaka ku dîroka wê nebe, pênase û çanda wê jî nîne û wiha berdewam kir: Hesta dîrokî, taybetmendiyeka bênimûne ye ku ev hest yek ji taybetmendiyên mirovan e û bi tenê mirov derbasbûna dem, buyer û guherînan hest dikin.
Cemal Xusrewî got: Di dirêjahiya 8 salên parastina rewa de, rejîma Sedam bombebarankirina bajar û herêmên sivîl ji xwe re esas girtibû û wekî teknîkeka şer bi kar digirt û gelek caran li herêmên sivîl bombebaran pêk anî.
Di berdewamiya merasîmê de serheng Elîriza Mezahirî axivî û sipasiya walî kir û di beşek ji axaftinên xwe de wiha got: Bajarê Bokanê di 14'ê nîsana 1982'an de ji aliyê hêzên şoreşger ve hat rizgarkirin û di 14'ê nîsana 1988'an de jî hat bombebarankirin.
کۆدی بابهت: 55344 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۸ | کاتژمێر: 19 : 0
برچسب:
نویسنده: استخدام کار