خرید بک لینک

Di 3 rojên derbasbûyî de li parêzgeha Îlamê ji ber lehî û birûskê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor rapora Kurdpress'ê, ji 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, 2 ji wan ji ber birûskê mirine ku yek li derdora Îlamê û yê din jî li navçeya Dihloranê tûşî birûskê bûye.

Herwiha 2 kesan jî ji ber lehiya li Îlamê jiyana xwe ji dest dane ku yek ajokarê tirê û xelkê Miyanduava ser bi parêzgeha Ûrmiyeyê ye ku cenazeyê wî li ser riya Dihloranê hatiye dîtin.

Lêgerînên ji bo dîtina cenazeyê jina xelka Mihranê jî hîn didomin.

Ji ber ku lêgeînên heya li ser sînorê Îran û Îraqê bê encam man, hat gotin ku bi îhtimalek zêde lehiyê cenaze biribe nav axa Îraqê.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji ber lehiya 3 rojên derbasbûyî li parêzgeha Îlamê, xesarên mezin gihîştine beşa çandinî û binesaziyên parêzgehê ku pirraniya xesaran li navçeya Dihloranê tê dîtin.

کۆدی بابهت: 55347 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۹ | کاتژمێر: 9 : 12

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 29 فروردين 1395 ساعت: 12:02

صفحه بندی