Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Metîn Kulunk da zanîn ku pêvajoyeke din a aştiyê dê wekî zafera gerîla li ser Tirkiyeyê were famkirin.
Li gor rapora Kurdpress'ê, Kulunk di daxuyaniya xwe de got: Rewş gelek zîz e, diviya pêvajoyê dest pê bikira û dest pê kir. Ji bo gihîştina xelk û dewletê tiştekî girîng bû. Lê eger careke din bi rêxistinê (PKK) re pêvajoyek dest pê bike vê carê ne çewtî ye, dê bibe îxanet.
Metîn Kulunk anî ziman ku pêvajoyek nû dibe sedema jidestçûna hemû herêmê.
Di daxuyaniya parlamenterê AK Partiyê wisa hat gotin: Pêvajoyeke din a di navbera PKK û dewletê de dê wekî zafera PKKê bê fahmkirin. PKK dê gelek bihêz be û kesên li kêleka dewletê jî dê aliyên xwe biguherin. Kesên ku li herêmê ji Anatolyayê re sadiq in wiha hawar dikin.Welhasil, pêngaveke wisa bi encamên xwe dê bibe sedema çewtiyên telafiya wê nemumkûn û ji aliyê din jî hemî hêz dê bi temamî derbasî PKKê bibe. (Ji Haber7)
Çavkanî: Rûdaw
کۆدی بابهت: 55346 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۹ | کاتژمێر: 9 : 3
برچسب:
نویسنده: استخدام کار