Kordînasyona Girştî ya YPS'ê bi daxuyaniyekê encamên şerên dawî yên li Nisêbîn û Şiexê parve kir. YPS'ê da zanîn ku di şerên dawî de bi dehan tîmên taybet hatine kuştin û cenazeyê 40 tîmên taybet di destê wan de ne.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA'yê, Kordînasyona Giştî ya YPS`ê bi daxuyaniyeka nivîskî agahiyên şer û pevçûnên li navçeya Nisêbîna Mêrdînê û Şiaxê ji raya girştî re parv kir. YPS'ê aşkera kir ku di şer û pevçûnên di demên dawî de bi dehan tîmên taybet hatine kuştin û wiha got: Cenazeyên 40 tîmên taybet ên di çalakiya 15’ê nîsanê de li Şiexê hatin kuştin, li herêma di bin kontrola yekîneyên me de ne.
YPS’ê diyar kir ku çalakiyên wan li Nisêbîn û Şiexê didomin û ev tişt hat gotin: Duh bi raya giştî re hatibû parvekirin ku çeteyên Qesrê li Şiexê êrîşên giran pêş xistine ku bi berxwedaneka mezin windahiyên mezin dan. Şerên dijwar û bombebarana hewayî yên hêzên kujer li Şiexê dewam dike.
کۆدی بابهت: 55390 | بهروار: ۱۳۹۵/۱/۲۹ | کاتژمێر: 18 : 17
برچسب:
نویسنده: استخدام کار